Kultur

Tîpa muzîka Bawacî berfireh bûye

, Sibat 6th 2010 12:13 PM
 


Hewlêr, 6 Reşemî (AKnews) – Ji ber ku tîp û grûbên muzîkê li Kurdistanê bi rêjeyeke berçav zêde kirine çalakiyên hinek ji wana kêmtir dikevin berçav, lê têpa muzîka Bawacî di geşekirina berdewam de ye.

sardar ahmadMuzîkjen û Endamê Desteya Demezirandina Tîpa Muzîka Bawacî Serdar Ehmed ji AKnewsê re wiha got, “Tîpa Muzîka Bawacî piştî 53 salan li jiyê xwe niha jî berdewam e li kar û çalakiyên xwe”.

Ehmed derbarê sedema kêm diyarbûn û derneketina tîpa Bawacî de wiha axivî, “Niha li Kurdistanê hejmareke zaf komên hunerî hatine damezirandin û diyarbûna wan hemûyan karekî dijware. Her wiha di salên berê de li hemû Kurdistanê tenê çend tîpên diyar hebûn ku kar dikirin wekî Tîpên Silêmanî, Hewlêr, Koye û Duhok, lewma çalakiyên wan di televîzyonê de dihatin dîtin”.

Ehmed wiha pê de çû, “Wê demê tenê televîzyona Kerkûkê hebû ku tev stranên wan diweşand û xelkê jî berê xwe didanê, lewma ew sedemek din ya derketina tîpên wê demê bû”.

Serdar Ehmed sala 1945’an li bajarê Koyê ji dayîk bûye, sala 1967’an beşa muzîkê ya Peymangeha Hunerên xweşik ya Bexdayê timam kiriye, yek ji damezirînerê tîpa muzîka Bawecî bûye û niha jî mamostaye di beşa muzîka Peymangeha Hunerên Xweşik ya Zanîngeha Koye de.

şm AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Kultur

 

Mizgînê Helepçe û Newroz nirxand

Hemû

, Adar 12th 2010 11:26 AM

Wan, 12 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê, kovara Mizgînê ya ku bi kurdî û tirkî weşanê dike, bi berga, "Ji nû ve avakirina zihniyeta kurdî" derket. Kovara Mizgîn ku 6 sal e...

 
 
 

MORE NEWS