Kultur

Ajanda 2010'ê ya Weqfa Hrant Dink derket

, Sibat 5th 2010 2:29 PM
 


Îstanbul, 5 Reşemî (AKnews) – Li Tirkiyeyê, Weqfa rojnamevanê ermen Hrant Dink ê ku di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, ajandayek derxist.

Hrant DinkTê plankirin ku her sal di çarçoveya hêmayekê de bi tirkî, ermenkî û înglîzî ev ajanda bête amadekirin. Îsal "Ajandaya Weqfa Navneteweyî ya Hrant Dink a 2010'ê" ku îro derket piyasayê bi hêmaya "Ermenistan" e.   

Weqfê daxuyaniyek da û wiha got: "Bi salan e di navbera Tirkiye û Ermenistanê de 'bêtêkilitîyek' heye, ev yek bi protokola ku 10'ê Cotmeha 2009'ê ji aliyê her du aliyan ve hate îmzekirin bi dawî hat, hêvîdar in ku 2010'ê deriyên navbera her du welatan vebe. Bi vê hêviyê me îsal hêmaya Ermenistan hilbijart."

Di ajandaya derkete ber bazarê de, di her hefteyê de derbarê Ermenistanê sernavekî dîrokî û kulturî cih digire. Di ajandayê de her wiha ji bo her sernavê jî fotoyeke wênekêşê ermen Max Sivaslian û gelek ên din ên hunermendan ermen cih digirin.

Her wiha di ajandayê de tatîlên fermî yên Tirkiye û Ermenistanê, derbarê kurd, azerî û êzidiyên li her du welatan dijîn de jî, agahiyên dînî, kulturî û kevneşopî bi berfirehî cih digirin. Her dîsa ji bo kesên ku dil heye fêrî zimanê ermenkî bibin jî dawiya her hefteyê ferhengoka Ermenkiya Rojhilat jî di ajandayê de hatiye dayîn.    

Ji aliyekî din ve, projeya fîlman ku ji aliyê weqfê ve 1'ê Tebaxa 2009'ê hatiye destpêkirin a bi navê "Werin em li wijdana xwe binêrin" dê 31'ê Adara 2010'ê bi dawî bêt. Çi amator çi profesyonel her kesê ku guhê xwe bide wijdana xwe dikare bi fîlma xwe beşdarî malpera www.vicdanfilmleri.org bibe. Ji van vana 20 fîlm dê bêne hilbijartin û ji wana fîlmeke 90 deqeyî bête amadekirin.  

om AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Kultur

 

Belgefîlma Gobeklitepe di TRT’ê de ye

Hemû

, Adar 10th 2010 9:03 PM

Hewlêr, 10 Adar (AKnews) – Li Tirkiyeyê Rihayê Gobeklitepe cihê ku perestgehên herî kevnar tê de ne û tê îdiakirin ku wê nivîsandina dîrokê biguherîne di Televîzyona Tirkiyê...

 
 
 

MORE NEWS