Kultur
‘Çîrokeke Zivistanê’ dest pê dike
, Sibat 5th 2010 9:28 AM
Diyarbekir, 5 Reşemî (AKnews) – Şanogerê navdar ê Tirkiyeyê Haldun Dormen, bo lîstika xwe ya kurdî ya yekemîn “Çîrokeke Zivistanê” di Şanogeha Bajêr a Şaredariya Diyarbekirê (DBŞT) de dest bi provayan kir. Çavlirêyê ku lîstik eleqeyeke mezin bibîne.
Hunermend Haldun Dormenê 82 salî, di jiyana xwe ya dirêj a hunerî de yekem care ku lîstikeke bi kurdî derdixe ser dikê. Hunermend, ji lîstika Cevat Fehmî Başkurt a bi navê “Berê ku Cemed Bihelin” muzîkala “Bir Kış Öyküsü” lêanî bû. Niha jî bi kurdî bi navê “Çîrokeke Zivistanê” derdixe ser dikê. Dormen tevê ekîba xwe dest bi provayên listikê kir û beşek jiyana xwe li Diyarbekirê derbas dike.
Hunermendê navdar Haldun Dormen derbarî amadekirina lîstikeke kurdî de daxuyanî dan çapemeniyê û got, ne gumana wî teşxeleya wî heye û domand, “Teşxeleya min ev e ku, gelo ez ê bikaribim ji nava vê derkevim. Gelo ez ê bikaribim têbigêm? Lê şansek min ê mezin çêbû. Lîstike ku min nivîsandibû û derxistibû ser dikê hate wergerandin. Ji ber vê kêm û zêde çi dibêjin ez dizanim.”
Dormen, derbarê ligel ku kurdî nizane û çawa lîstik birêve biriye de jî got, “Em wiha dikin. Me cend car lîstik bi tirkî xwend. Me bi xwendina tirkî dest bi provayan kir. Piştre jî me bi kurdî lîzt. Wê demê min fêm kir ku bi kîja peyvê çi tê gotin. Dema em mizansenê jî dikin, wek mînak beşeke 10 deqîqe destpêkê em bi tirkî dixwînin û piştre derbasî kurdî dibin.”
Dormen got, ger ji vir û pê ve derfet derkeve û daxwazek çêbe, ew dikarin lîstika kurdî li dar bixin.
Promiyera “Çîrokeke Zivistanê” di 26’ê reşemî de li li Şanogeha Bajêr ê Şaredariya Diyarbekirê de wê derkeve ser dikê.
ym AKnews
Email this Article from AK NEWS.com Close
More news from Kultur
|
|
Diramayeke televîzyonî bi 4 zimanan li ser Kerkûkê |
Hemû |
|
, Adar 14th 2010 1:23 PM |
||
Kerkûk, 14 Adar (AKnews) –170 kesayetiyên hunerî beşdarî duhî destpêka yekem diramaya televîzyonî bi 4 zimanê netewên cuda derbarê dîroka bajarê Kerkûkê kirin.Derhênerê vê...
- Fîlma Helebçeyê tê nîşandan
- “Şawakan” di Festîvala Enqereyê de
- Nemir got, bi xelata Sağnıç serbilind im
- Jiyan û têkoşîna Barzanî bi tirkî derçû
- Mizgînê Helepçe û Newroz nirxand
- Hunermend bo aştî diçin Diyarbekirê
- Li Hewlêrê du pêşangeh bi hev re
- Şivan, gel Wezîrê Kulturê stran gotin
- 80 kurte fîlm bo Festîvala Tewar