Kultur

Uca bi 'YE'yê' derket pêş xwendevanan

, Sibat 5th 2010 9:38 AM
 


Diyarbekir, 5 Reşemî (AKnews) Kitêba Feleknas UCA’yê ya bi navê YEKÎTIYA EWROPAYÊ ji Weşanxaneya Ronahî derket.
Li gorî nûçeya malpera Netewe, Weşanxaneya Ronahî bi kitêbeke nû derket pêşber xwendevanên xwe.

feleknaz-ucaKitêba Feleknas UCA’yê ya bi navê YEKÎTIYA EWROPAYÊ ji Weşanxaneya Ronahî derket. Kitêba parlamentera Kurd Feleknas UCA’yê derbarê naverok, peywir, fonksiyon û taybetmendiyên Parlamentoya Ewropayê de hatiye nivîsîn.

Feleknas UCA bi vê kitêbê teşeya xebat û demokrasiya Ewropî bi xwendevanên kurd dide nasîn.

YEKÎTIYA EWROPAYÊ bi edîtoriya Mihemed Ronahî hatiye weşandin. Weşanxaneya Ronahî li Diyarbekirê weşanê dike û berî mehekê bi navê "Ronahiya Zerdeşt" kitêba Felakettin Kakeyî jî bi kurmanciya jorîn weşandibû.

om AKnews

 
Send to a friend Print
 

More news from Kultur

 

Li Hewlêrê du pêşangeh bi hev re

Hemû

, Adar 11th 2010 1:55 PM

Hewlêr, 11 Adar (AKnews) – Rêveberê Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê Letîf Arêf ragihand ku biryare 14’ê vê mehê du pêşangeh di du avahiyên cuda de li Hewlêrê bên...

 
 
 

MORE NEWS