Kultur

Ji TRT’ê rêvekirina ‘Zorunlu Hayat’ê

, Sibat 3rd 2010 8:41 AM
 


Mêrdîn, 3 Reşemî (AKnews) – Galaya belgefîlma “Zorunlu Hayat (Jiyana Mecbûrî)” ku ji hêla TRT’ê ve bi piştevaniya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Şaxê Mêrdînê bi kurdî û tirkî hate kişandin li Mêrdînê hate lidarxistin.

Zorunlu Hayat - AfişTRT, “Vebûna demokratîk” bi belgefîlma “Zorunlu Hayat” da destpêkirin. Bi piştevaniya TRT’ê ji hêla Şaxa Mêrdînê yê İHD û Göç Derê ve jiyana malbatek kurd ku di sala 1994 de gundê wan tê şewitandin û çîroka wan ber bi İstanbulê ve dirêj dibe tê vegotin. Galaya fîlmê pêr li Mêrdînê di Salona Sînemayê SineMardin de hate lidarxistin.

Çêker û derhênerên belgefîlmê Zafer Akturan, Sema Cabbaroğlu, Serokê İHD Şaxa Mêrdînê Erdal Kuzu, Şaredar Beşir Ayanoğlu, Serokê Baroya Mêrdînê Azad Yıldırım, endamên Desteya Rêveberiya BDP’ê û hejmarek zêde temaşevan beşdar bûn.

Erdal Kuzu axaftina vekirinê yê Galayê kir û got, mijara ku di belgefîlmê de tê vegotin, ji pirsgirêkên herî girîng ên ku li Tirkiyeyê hene bi şêweyek herî baş hatiye nîşandayîn. Kuzu got, “Êşên ku bi koçberiya mecbûrî re derketine holê hêj ji kûrahiyê de tê jiyandin û daxwaz kir ku, ji vîr û pêve êşên koçberiyê û trajediyên wiha rûnedin. Divê herkes bi vê birînê re rû bi rû were.”

göç2Derhênerê “Zorunlu Hayat” Zafer Aktuna jî got, wan xwestiye ku bi zimanek cûda û heşyarmendiya hunermendî, ev birîna bixwîn a Tirkiyeyê bi belgefîlmek balê bikşînin û domand, “Di 25 salên dawî de ji rojhilata Tirkiyeyê ber bi rojavayê ve, ji gundê xwe ber bi metropolan ve koçberiya ku pir zehmetî û pir wateyî pêkhatin. Me xwest bi belgefîlmek balê bikşînin ser vê. Em hêvî dikin ku belgefilma me di warê lêgerina çareyan de biçûk be jî arîkariyek bike.”

göçSema Ceylan Cabbaroğlu ku di dema kişandina belgefîlmê de bi Zafer Aktuna re derhênerî dikir got, ger bo vebûna demokratîk arîkariya wan çêbûbe ew ê kêfxweş bin.

Belgefîlma “Zorunlu Hayat” li Tarlabaşı, Gedikpaşa û Kumkapıyê İstanbulê û lê Mêrdînê, bi budçeyek 10 hezar TL di nava 7 mehan de hate kişandin.

ym AKnews 

 
Send to a friend Print
 

More news from Kultur

 

Diramayeke televîzyonî bi 4 zimanan li ser Kerkûkê

Hemû

, Adar 14th 2010 1:23 PM

Kerkûk, 14 Adar (AKnews) –170 kesayetiyên hunerî beşdarî duhî destpêka yekem diramaya televîzyonî bi 4 zimanê netewên cuda derbarê dîroka bajarê Kerkûkê kirin.Derhênerê vê...

 
 
 

MORE NEWS